Tirkiyê di mijara întenetê de ne azad e

Saziya Mafê Mirovan Freedom House rapora xwe a sala 2021’an eşkere kir..
Li gorî encama lêkolînên hatine kirin, Tirkiyê di rêza 34’an de weke yek ji welatê ku azadiya Înternetê lê tine be hate binavkirin.

Saziya Mafê Mirovan Freedom House ku navenda wê li Amerîkayê ye, rapora xwe a sala 2021’an binavê “Azadiya Înternetê” eşkere kir.

Di raporê de beşeke berfereh ji bo siyaseta dewleta Tirk a li hemberî azadkiya ramanê hatiye veqetandin.

Saziyê di bin navên “astegkirina weşanê”, “bisînorkirina naverokê” û “binpêkirina mafên bikaranîna înternetê” rewşa li Tirkiyê bi awayekî berfereh lêkolîn kir.

Di encamê de Tirkiyê li lîsteya welatên ku “azadiya înternetê” li wan tineye hate zêdekirin.

Di raporê de bi taybet bal têkişand ser hewldana binavê darbeyê ya sala 2016’an.

Li gorî vê tê gotin;

– Hikumeta AKP’ê zextên dijwar li hêzên muxalefetê kirin.

– Bi guhertina destûra bingehîn re, hêz hemû ket bin kontrola serokomar.

– AKP’ya Erdogan, berovajî salên xwe ên destpêkê, demên dawî di mijarên mafên siyasî û azadiya sivîlan de bi paş ket.

– Piştî hilbijartinên şaredariyê yên sala 2019’an û her wiha belavbûna vîrûsa coronayê, Erdogan zextên li ser civakê zêde kirin.

– Li gorî mêran, jin bi rêjeya ji sedî 13 kêmtir dikarin înternetê bikar bînin.

– Nûçeyên li dijî hukûmetê, rastiya operasyonên leşkerî û nûçeyên Kurdî têne astengkirin.

– Herkesê berovajî hukûmetê tevdigere, weke alîgirê “rêxistina terorê” tê binavkirin.

Saziya Freedom Housê îşaret bi zêdebûna zextên li ser rojnamevanên cîhana dijîtal jî tê kirin.

Her wiha bi rêya sansûrê belavkirina nûçeyên wan tê astengkirin.

Back to top button