Dema mirov bi hêvî be dikare bibe xwedî jiyana xweş û bi sihet. Helbet di vî warî de bandora asta pirsgirêkên civakê jî hene.
Bi gotineke din dema derekê giran tine be mirov dikar heta temenkî dirêj bijî. Û mînaka vê herî zêde li Japanê xwe dide der.
Li vî welatî 2 xwişk, weke mezintirîn cêwiyên cîhanê ketin pirtûka Guinness a rekoran.
Umeno Sumîyama û Koume Kodama..
Ev herdû xwişkên Japanî 5’ê Mijdara sala 1913 weke cêwiyên ji heman hêkê ji dayîk dibin.
107 sal û 330 roj ev herdû xwişkên cêwî li nava giraveke Rojavayê welat dimînin.
Ji ber temenê xwe ê mezin, ew niha li navenda pîr û kalan bicih bûne.
Her çendî ev navendên wiha li gelek deveran weke cihên jibîrkirina mirovan têne naskirin jî lê ev ji bo Umeno û Koume ne wisa ye.
Lewa ew weke mezintirîn cêwiyên li cîhanê ketina pirtûka rekoran..