Li Taylandê, welatî ji bo debara jiyanê teksiyên xwe veguherandin bexçeyan

Mîna gelek deverên cîhanê, vîrûsa Koronayê li Taylandê jî bû sedema aloziyeke mezin a aborî.
Li vî welatî bi hezaran ajokerên bê kar, neçar man teksiyên xwe li parkan kom bikin.
Êdî wisa lê hat ku ev kes nema karîn debara xwe a jiyanê bikin.
Lê niha ev pirsgirêkan wan ber bi çareseriyê ve diçe.
Lewma ev erebeyên wan ên rawestiyayî veguherîne bexçeyan.
Û ji berhemên têne kom kirin ew mirov sûdê werdigrin.

Ev der paytexta Taylandê Bangok e..

Ji dîmenan jî xuya ye ku bê sedam erebeyên rêwiyan rawestiyan e..

Sedema vê yekê jî ew e ku piştî vîrûsa Koronayê belav bû, qedexeya tevgerê hate ragihandin û ajoker jî neçar man erebeyên xwe rawestîn in.

Bi demê re ji ber ku ev pêvajoya tedbîran dirêj bû, êdî gelek ji wan ajokeran bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû man.

Şîrketeke erebeyên rêwiyan li hemberî vê aloziyê biryareke balkêş da.

Bi sedan erebe niha veguherîne cihên çandinî û xwedîkirina beqan.

Bi vî awayî hem debara jiyanê ya ajokeran dibe û hem jî ji berhemên têne komkirin, xwediyên şîrket dikar beşek ji deynên kirîna van erebeyan bidest bixin.

Back to top button