Meclisa herêma Dêrazorê 10 roj qedexya giştî ragihand

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê 10 rojan qedexeya giştî li herêma rojhilat a Dêrazorê ragihand

Di biryarê de hat diyar kirin ku qedexeya çûn û hatinê ya giştî 20’ê Îlonê ango duh dest pê dikir û 30’yê Îlona heman mehê bi dawî bibe.

Di biryarê de hate destnîşan kirin ku dikanên bazirganiyê û sebze ji saet 6’an heya 2 nîvro dikarin karê xwe bikin.

Lê nexweşxane, navendên tenduristiyê û firne dikarin di nava 24 seatan de kar bikin.

Meclisê bang li şêniyan kir ku tedîbêrên xwepastinê û dûrketina ji komên mezin pêk bînin.

Meclisê daxuyakirin ku kesên li gorî biryarên tevnegerin wê werin cezakirin.

Ev biriyar hate ragihandin ji ber di van demên dawî de hejmara pêketiyên bi vîrûsa Corona yê zêde bûne.

Back to top button