Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Rapora Binpêkirinên Mafan ya 4 mehên dawî li avahiya xwe aşkere kir.
ÎHD’ê ragihand ku li Egey û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di 4 mehên dawî de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan pêk hat.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încin li ser van pinpêkirinên mafan axivî û got,
“Bikaranîna zimanê dijminane ji aliyê kesên desthilatdarar dibe sedema êrişên nejadperest mîna êrişa li ser avahiya HDP’ê bû sedema qetilkirina Denîz Poyraz”.
Zafer Încin destnîşan kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê binpêkirinên mafan ên li ser jinan zêde bûne.
Li gorî raporê binpêkirinên mafan ya 4 mehan wiha ye:
Binpêkirinên di encama binçavkirin, girtin, zextên hêzên ewlehiyê gihiştin: 226
Binpêkirinên ser jinan: 198
Binpêkirinên ser zarokan: 39
Jiyana xebatê: 698
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan: 56
Binpêkirina ser penaberan: 4 hezar 747
Binpêkirinên ser qada hawirdorê: 164
Binpêkirinên weke tundî, mirinên bi guman, îdiayên întîharê û cînayetê: 255
Bi giştî 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan pêk hatiye.