Li bajarokê Kesnezan ê Hewlêrê kesek hate kuştin

Nearamî li Başûrê Kurdistanê serwere, li bajaroka Kesnezan a Hewlêrê îro kesek di seyara xwe de hate kuştin. Li taxeke Silêmaniyê jî alozî di navbera hêzên welehiyê û welatiyan de derket.

Li ser kuştina wî kesî Rêveberiya Polîsên Hewlêrê, daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku li bajaroka Kesnezan a Hewlêrê, kesê bi navê Alan Ehmed Ebdullah li ser pirsgirêkek civakî di nava seyara xwe de hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku 4 kes ji ber tawanbariya bûyerê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê lêpirsîn hatiye kirin û wê sûcdar bi madeya 406 a ceza werin dadgehkirin.

Li Silêmaniyê alozî di navbera hêzên ewlekiyê û welatiyan de derket, 5 kes birîndar bûn

Li aliyekî din jî li taxa Tiwespî ya Silêmaniyê dema şaredariyê û hêzên ewlehiyê xwestin xaniyekê xarab bikin, welatiyan dest bi nerazîbûnê kir.

Herî dawî di navbera hêzên ewlehiyê û welatiyan de alozî derket û di encamê de ji polîs û welatiyan 5 kes birîndar bûn.

Back to top button