Lahor Şêx Cengî: Ji oldaran tê xwestin ku bi riya mizgeftan xelkê ji siyaseta çewt hişyar bikin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê li ser hesabê xwe peyamek belav kir.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de diyar kir ku çarenûsa gel ketiye destê çend siyasetmedarên çavbirçî û berjewendîparêz de.

Şêx Cengî ji oldaran daxwaz kir ku bi riya mizgeftan xelkê ji siyaseta çewt ya desthildarên herêmê agahdar bikin û wiha got,

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî got ku ”pêwîste em tev bi hev re hewl bidin pêşî li biryar û palnên ewlekarî û aramiya herêma me têk didin bigirin”.

Lahor Şêx cengî di dawiyê de hêvî kir ku salvegera damezrandina yekitiyê, bibe hewldanek ji bo pêşdebirina piştîvanîkirina mijarên nîştîmanî û neteweyî.

 

Back to top button