Li Eyn Îsa sivîlek birînda bû

Li gundê Fatisa yê Eyn Îsayê di êrişeke sekvanî ya artêşa dewleta Tirk de sivîlek birîndar bû.

Li gundê Fatisa yê navçeya Eyn Îsayê sivîlê binavê Îsa Ebas bi guleyên sekvanî ya artêşa Tirk birîndar bû.

Şêniyên gundê sivîlê birîndar birin nexweşxaneyê.

Doh jî artêşa dewleta qirker gundê Um Edes ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir.

Li gel êrişan, balafireke bê mirov a dewleta Tirk li ser Sirîn û Qereqozaqê yên başûrê Kobanê geriya.

Back to top button