Li Dêra Zorê pêşengeha wêneyên Rêber Apo hate vekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya rojavayê Dêrazorê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê, pêşangeheke wêneyên Rêber Apo vekir.

Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya herêma Kesra ya rojavayê Dêrazorê hate vekirin.

Şêniyên bajêr, nûnerên rêveberiyên sivîl û leşkerî, meclis û nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de nêzî 50 wêneyên rêber Ocalan hatin pêşandan.

Ev yekemîn pêşangeh li herêma Kesra tê vekirin û bi elaqeyeke mezin hate nîşandan.

Me pêşangehek ji wêneyên Rêber Apo li Navenda Çand û Hunerê ya herêma Kesra vekir.

pêşangeh li ser jiyana Rêber Apo ye, ji zaroktiya wî ta bi ciwaniya wî. Da ku em jiyana Rêber Apo bêhtir nasbikin.

Me ev pêşangeh vekir da ku em pê talentiya Rêber Apo û tiştên ku girîngî didayê, bi bîr bixin.

Ev cara yekem e ku pêşangeheke wiha li vê deverê vedibe.

Pêşangeh bi awayekî serkeftî hate vekirin.

Back to top button