Li bajarokê Siwêdan yê rojhilatê Dêra Zorê du ciwan kuştî hatin dîtin.
Li gorî şahidan, destên her du ciwanan kelmçekirî bûn û gule di sîngên xwe de xwaribûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, navê ciwanekî Elî Cerbû El-Hemed e lê nasnameya yê din nehat naskirin.
Asayîşê cenaze birin nexweşxaneyê û dest bi lêpirsînê kirin.
Sivîlek di êrişekê de birîndar bû
Li bajarokê Besîra yê Dêrazorê kesên nenas gule li sivîl Îbrahîm El-Qeranî, hevjîna wî û keça wî barandin.
Di encama vê êrişê de Îbrahîm El-Qeranî bi giranî birîndar bû.