Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Dibis û rêya M4 yên Eyn Îsa kir û sivîlek şehîdkirin.
Çeteyên dewleta Tirk hewl dan gundê Dibis û rêya M4 yên Eyn Îsa dagir bikin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û li wir şer derket.
Di encama êrişên çeteyan de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed yê 35 salî şehîd û 4 jî birîndar bûn.
Nasnameya 2 kesên birîndar eşkere bû ew jî wiha ne,
Zeyneb Mihemed Şerîf ya 30 salî û Mihemed Şerîf El-Ewed yê 83 salî.