QSD’ê: Şervanên me rê nedan dagirkeran, bi dehan çete hatin kuştin

Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe vê sibê bi çekên giran û topan êrişî derdora Eyn Îsayê kirin.
Bi vê êrişê xwestin bikevin gundê Dibis..
QSD’ê eşkere kir ku şervanên wan li ber êrişa hêzên dagirker rabûn û hewldana wan têk birin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildar êrişa li dijî gundewarên Eyn Îsayê ev agahî parve kirin:

Vê sibê saet derdora 4’an, artêşa Tirk û çeteyên wan bi tankan êrişî gundê Dibis kirin.

Şervanên me di cih de bersiv dan êrişkaran û di encamê de bi qasî 2 saetan şer dewam kir.

Bi dehan çete hatin kuştin û her wiha erebeyên wan ên leşkerî hatin teqandin.

Navenda ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku ji ber êrişa hêzên dagirker sivîlê binavê Mecîd El Awad ê 35 salî şehîd bûye.

Back to top button