Aldar Xelîl: Dixwazin pêşî li pergala demokratîk bigirin

Dewleta Tirk ya dagirker ku yek ji berpirsyarên sereke yê şer û aloziya Sûriyê ye, niha jî di nava hewldanên cuda de ye.
Ji ber vê jî hewl dide bi hikumeta Şamê re ji nûve bazaran bike.
Endamê Desteya Hevserokaya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Armanca pêşxistina têkiliyan ew e ku pêşî li pêşketina projeya demokratîk ya ku di bingeha wê de azadiya jin, netewa demokratîk heye, bigirin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê têkilî û bazarên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê yên li ser Sûriyê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û hevdîtinên MSD’ê û Rêveberiya Xweser yên bi welatên derve re ji ANHA’yê re nirxand.

Xelîl bal kişande li ser destpêkirina şer û aloziya Sûriyê diyar kir armanca dewleta Tirk ew bû ku desthilatdarîya Sûriyê têkeve destê komên mîna Ixwan û çeteyên girêdayî wan û wiha got,

“Wan hesabê wê yekê nekiribû ku li Sûriyê projeya demokratîk pêş bikeve ku ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re bibe mînak.

Dema ku dewleta Tirk dît li Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala demokratîk pêş dikeve ji vê yekê tirsiya û ket nava êrişan.

Niha jî ketine nava hewldanan ku têkiliyan ji nû ve bi hikumeta Şamê re ava bikin.”

 

Aldar Xelîl diyar kir armanca pêşxistina têkiliyan ew e ku pêşî li pêşketina projeya demokratîk ya ku di bingeha wê de azadiya jin, netewa demokratîk heye bigirin.

Xelîl da zanîn hêzên dagirker hesab dikirin ku piştî dagirkirina Efrînê pergala demokratîk wê hilweşe û wiha dewam kir,

“Dîtin ku sîstem nehate rûxandin paşê êrişên xwe anîn ser Girê Spî û Serêkaniyê. Bi wan êrişan jî serneketin. Êdî vebijêrkên cûda di destê wan de neman. Li dijî wê berxwedan tên kirin. Tîfaqa wan ya bi hikumeta Şamê û Rûsya re jî dikeve xeteriyê. Ji ber wê êdî dixwaze bi şêwazê îstîxbarat û peywendiyên cûda bazara bi hikumeta Şamê re bike.”

Aldar Xelîl: PDK êdî li cem dewleta Tirk li dijî gerîla şer dike

Aldar Xelîl êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî nirxand

Xelîl got,

“PDK di aliyê leşkerî de li dijî gerîla bi dewleta Tirk re di nav şer de ye. Heta gihiştiye astekê ku hêzên bi navê Rojava ku avakiribûn wan jî kirin nav şer. Li ser Rojava ev demeke ambargoyeke aborî dide meşandin, nûnerên Rêveberiya Xweser hîn li Hewlerê girtiye. Êdî PDK`ê ji asta parastina berjewendiyên xwe derbas kiriye û bûye hevkarê hikumeta Erdogan.”

Aldar Xelîl: Ji bo çareseriya aloziya Sûrî xebatên me dewam dikin

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê hevdîtinên di navbera MSD-Rêveberiya Xweser yên li gel Rûsya û Amerîkayê û wiha got,

“10 salên aloziya Sûriyê qediya lê hê jî negihiştiye çareseriyê. Xebatên me yên dîplomasî berdewam dikin. Ev weke beşekî xebatên vê şoreşê ne. Bi Rûsya, Amerîka, Ewropa û hin welatên Ereban re xebatên cûr be cûr tên meşandin û ev jî tiştekî xwezayî ye.”

Back to top button