Çeteyên dewleta qirker şêniyek ji Efrinê revandin

Ji roja ku Efrîn hatî dagirkirin, hema bêje rojane sivîl tên revandin.
Çeteyên dewleta Tirk herî dawî şêniyê ji gundê Omera yê Recoyê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Welîd Mihemed Nesan ji gundê Omera yê Recoyê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, ENKS’ê ji Welîd xwestibû vegere gundê xwe û soza u wê kes nêzî wî nebe dabû.

Lê dema ciwanê navborî gihaşt gundê xwe, yekser ji aliyê çeteyan ve hat revandin û ew birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Çeteyan li hemberî berdana Welîd, 20 milyon L.S ji malbata wî xwestin.

Heta niha çarenûsa Welîd ne diyar e.

Back to top button