Di êrişa li dijî gundê Dibis ê Eyn Îsayê de sivîlek şehîd ket, 6 jî birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe vê sibê bi çekên giran û topan êrişî derdora Eyn Îsayê kirin.Bi vê êrişê xwestin bikevin gundê Dibis ya li ser Rêya M4

Di encama vê êrîşî de, sivîlek şehîd ket û 6 jî birîndar bûn.

Ev demeke dewleta Tirk ya dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrîşî gundewarên Eyn Îsayê dikin.

Çeteyên dewleta Tirk vê sibê êrîşê gundê Dibis û rêya M4 yên li rojavayê Eyn Îsa kir.

Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û şer derket.

Di encama êrişên çeteyan de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed yê 35 salî şehîd û 6 jî birîndar bûn.

Ji yên birîndar bûne navên 3 kesan eşkere bû.

Zeyneb Mihemed Şerîf ya 30 salî û Mihemed Şerîf El-Ewed yê 83 salî û Terfa Mirî Naşî.

2 sivîlên ku birîna wan giran ji bo nexweşxaneya Reqayê hatin vegûhestin.

Piştî vê êrîşê, Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan, Xalidiyê, Mialek, Kampa Eyn Îsa û Rêya M4 topbaran kirin.

Di encama Toparana rêya M4 sivîlê bi navê Mehmûd Fayiz El_Mendî yê 20 salî birîndar bû.

Hate raguhandin ku di encama êrîşên topbarana dagirkeriya Tirk, li ser Rêya M4 tevgera çûnûhatina bi erebeyên sivîlan rawestiyane.

Di êrişa li dijî gundê Dibis ê Eyn Îsayê de sivîlek şehîd 4 jî birîndar bûn

Li Eyn Îsa sivîlek birînda bû

Back to top button