Şêx Semîr Derwêş: Xebata min a sereke Xweseriya Şengaşê be

Piştî rizgarkirina Şengalê ji ji terora DAIŞ’ê gelê êzidî bi alîkariya HPG’ê, hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê ji ciwanên xwe ava kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya şengalê hate avakirin û Partiya Azadî û Demokrtîk a Êzidî jî bi namzet Şêx Semîr Derwêş bû yekem partî ku tevlî hilbijartinên Iraqê dibe.
Şêx Semîr diyar kir ku tevlîbûna wan ji hilbijartinan re ji bo bidestxistina mafê civaka êzidî li Iraqê pir girîng e.

Xebatên avakirina Rêveberiya Xweser li Şengalê ne navendî be û girêdayî Hikumeta Federal a Iraqê be.

Piştî ku xelkên şengalê bi hevkariya Gerîla YPG, YPJ’ê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, yekemcar rêveberiya xwe ya xweser avakirin.

Îro ev rêveberî bi namzetên xwe yê xweser bi Partiya Azadî û Demokrtîk a Êzidî-PADÊ ve dikeve hilbijartinên Iraqê.

PADÊ jî bi namzet Şêx Semîr Derwêş bû yekem partî ku tevlî hilbijartinên Iraqê dibe.

Têkildarî mijarê Şêx Semîr Derwêş ji ajansa HEWARÊ re axivî.

Şêx Semîr diyar kir ku tevlîbûna wan ji hilbijartinan re ji bo bidestxistina mafê civaka êzidî li Iraqê pir girîng e.

Şêx Semîr Derwêş got ku bernameya wan ya hilbijartinan ji 10 bendên sereke pêk tê û ev anî ziman:

“Ji girîngtirîn bendan jî xebata avakirina Rêveberiya Xweser li Şengalê ku ne navendî be û girêdayî Hikumeta Federal a Iraqê be.”

Têkildarî mafên jinan Şêx Semîr destnîşan kir ku jinên Şengalê berxwedaniyeke lehengî pêk anîne û destekdayîna ji wan re erkeke.

Divê hemû mafên jê hatine standin bi dest bixin.

Şêx Semîr da xuyakirin ku ew beşdarî hilbijartinan bûn da ku li gorî pîvana jiyana hevbeş li Iraqê bijîn û pîvana jiyana azad diyar bikin.

Semîr da zanîn ku PDK`ê derfetê nade ku koçberên Şengalê vegerin ser xaka xwe, wan di kampên Başûr de dihêle da ku her tim wan wekî kaxezeke qezencê bi kar bîne.

Şêx Semîr di axaftina xwe de diyar kir ku şehîdan Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, hebûna êzidiyan û çanda wan parastine, malbatên şehîdan bingeha xebata wan e.

Back to top button