Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Muxatabê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e

Van demên dawî li Tirkiyê, li ser rola Rêber Apo a di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş tên kirin. Têkîldarî rewşê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da û got,“Bêyî Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd nepêkan e. Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bê dayin ku di vê mijarê û mijarên din de nêrînên xwe bêje.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî nîqaşên li ser rola Rêber Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyeke nivîskî bi Kurdî û Tirkî weşand.

Buroyê destnîşan kir ku ev demeke li ser rewşa muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş têne kirin. Lê derfet ji wî re nayê dayin ku di vê mijarê de gotina xwe bêje.

Buroyê ragihandin ku Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye, mafên wî hemû hatine qedexekirin û wiha anî ziman:

Li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti astengî tune bû. Lê heta niha nehatiye çareserkirin û nekariye bê çareserkirin. Ji ber vê yekê nîqaşa li ser pirsgirêka Kurd an jî li ser Ocalan bêyî Ocalan, rasteqîn nîne, rê û rêbazeke çareseriya mayînde nîne.

Buroya Hiqûqê diyar kir ku ji bo çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Kurd û avakirina paşerojeke demokratîk muxatabê herî girîng Birêz Ocalan e û got:

Di nava şert û mercên herî giran de bi kedeke mezin, bi pêşniyarên çareseriyê hewl daye aştiyê ava bike. Berxwedana wî ya li dijî şert û mercên tecrîdê, dewama van hewldanan e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê:  Bêyî HDP’ê çareserî nepêkan e

Buroyê îşaret bi rola HDP’ê jî di meselê de kir û diyar kir ku HDP jî weke nûnerê siyaseta danûstandinan a demokratîk e, nepêkane ku bêyî HDP’ê şert û mercên çareseriyê bêna afirandin.

Buroyê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke destûra bingehînî ye. Lewra yê ku bi israr vê yekê dixwaze çareser jî bike Birêz Ocalan e.

Lê tevî vê yekê jî tecrîd li ser tê ferzkirin, ku ev yek rêbazeke neçareserkirinê ye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Tecrîd çavkaniya neçareseriyê ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê destnîşan kir ku tecrîda li ser birêz Ocalan ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, tecrîd di heman demê de neçareseriyê girantir dike û wiha bi dawî kir:

Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bêne dayin ku Birêz Ocalan karibe mafên xwe yên bingehîn bi kar bîne û gotina xwe bêje.

Back to top button