HPG: Li herêma Avaşînê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li herêma Avaşînê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk ya dagirker de şer giran e.HPG’ê diyar kir gerîlayan li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke sabotajê lidarxistin.Hat gotin di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Li herêma Avaşînê ya başûrê Kurdistanê Gerîlayên Azadiyê li hember êrişên artêşa Tirk ya dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li hêzên dagirker dan û ev agahî parve kir;

“Dagirkerên di navbera Şehîd Rustem û Girê Şehîd Afad, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12’ê Îlonê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.”

20’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker xwest teqemeniyan li qada berxwedanê ya Werxelê bi cih bike. Berxwedêrên Werxelê li dagirkeran xistin û dest danîn ser teqemeniyan û bêbandor kirin.”

HPG’ê diyar kir 21’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê Werxelê barand û piştre jî xwest bi pêş ve biçe.

Hat diyar kirin di encama destwerdana berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 22’yê Îlonê qada Çemço ya herêma Zapê, derdora gundên bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê û qadên Kela Qumriyê, Girê Şehîd Çiya û Koordînê bi çekên giran, hawan, balafirên şer û helîkopteran hatin bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber êriş û bombebaranê agir bi qadê ket û şewata li herêmê dewam dike.

Back to top button