Li meclisa nûneran a DYA pêşniyara ‘lêpirsîna terorê’ ji bo Gurên Boz hat kirin

Tevgera Gurên Boz yên dewleta Tirk, tetîkêşê wî yê ji derve ye.
Ev tevger di êrişên xwe yên li ser Kurd, Ermen û mixalîfên Tirk yên li derveyî welat tê naskirin.
Li dijî vê tevgerê despêkê Fransa di nav de gelek welatên Ewropa ketin tevgerê.
Niha jî rastiya vê tevgerê li DYA bûye cihê fikaran.
Endamê Meclisa Nûneran a DYA ji Wezareta Karên Derve xwest ku li ser vê tevgerê raporeke berfireh amade bike.
Bi vê yekê re, ronahiya kesk a ‘lêpirsîna terorê’ derbarê ‘Gurên Boz’ de hate pêxistin.

Gurên Boz…

Destê dewleta Tirk yê ji derve ye.

Bi êrişên xwe yên faşîst, yek ji tevgerên metirsîdar yên li Ewropa ye.

Ji bo vê yekê Fransa di nav de li welatên din yên Ewropa hat qedexekirin.

Rastiya vê tevgera tundraw li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî fikar dane avakirin.

Ji ber vê yekê Nûnera Eyaleta Nevada yê di Komîteya Qanûnan a Meclîsa Nûneran a DYA de Dina Titus têkildarî Gurên Boz û tevgera wan ji wezareta karên derve xwest ku raporekê amade bike.

Di raporê de tê xwestin ev xal werin zelalirin.

– Tevgera Gurên Boz li dijî DYA, hevkar û navnetewî ye ya na.

– Gelo pîvanên wî dişibe yên rêxistinên teror.

– Di encamê de ger weke rêxistineke terorê neyê dîtin wê demê dikare pênaseyek çawa ji bo wê were kirin.

Dema biryara amadekirina raporê hate dayîn û nêrînên neyînî li ser were girtin ev yek wê ji bo dema pêş bibe sedema ku sembol û tevgerên wê were qedexekirin.

Titus di 1’ê Cotmeha 2020’an de, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê wê demê Mike Pompeo re jî şand.

Di nameyê de êrişên Azerbeycan û Tirkiyê yên li ser herêma Qerebax ya Ermenî lêbûn, şermezar kiribû û banga agirbestê kiribû.

Fransa tevger û awistralya sembolên Gurên Boz qedexekir

Fransayê beriya niha bi biryarnameyek serokomariyê Tevgera Neteweperest a li welat bi fermî qedexe kir.

Di biryarnameyê de hate gotin, tevgera neteweperest ji damezrandina xwe ve di nav şîdetê de ye.

Ev tevger, bi Abdullah Çatliyê ku li Tirkiyê gelek caran mehkûm bûye re girêdayî ye û li dijî Kurd û Ermeniyan serî li çalakiyên şîdetê dide.

Awistralya jî di çarçoveya Qanûna Sembolan de, 1’ê Adarê ku ket meryetê, nîşaneyên tevgera Gurên Boz û DAIŞ di nav de 13 sembol qedexe kir.

Partiya Keskan a alman banga qedexekirina Gurên Boz dike

Piştî Fransayê, hewldanên girtin û qedexekirina komeleyên neteweperest ên li Almanyayê hene.

Partiya Keskan a Almanya di vê çarçoveyê de bang li hikumetê dike.

Back to top button