Li Qamişlo 2 endamên Ewlekariyê ku şehîd bûn, hatin oxirkirin

Li Qamişlo îro 2 endamên ewlekariyê ku şehîd bûn hatin oxirkirin.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Seroxan hate lidarxistin.

Ji ber detbîrên ji bo vîrûsa koronayê tenê Saziya Malbatên Şehîdan û malbata şehîd tevlî merasîmê bûn.

Endamê Displîna Leşkerî Dilcan Silêman (Aram Qamişlo) di 19`ê Îlonê encama qezayeke trafîkê li ser rêya Elî Fero de, şehîd bû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Cilfês Hisên jî 20’ê Îlonê encama kirîza mejî de, şehîd bû.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, da.

Paşê wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û cenazeyê wan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Back to top button