ÇALAKIYA LEYLA GUVEN 165 ROJ IN LI DAR E

Çalakiyên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, bi biryardarî li darin .Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 165 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, li ber xwe dide. Li aliyê din çalakiya girtiyan jî tevî rewşa wan a xerab bi biryar dewam dike.

Çalakiyên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, bi biryardarî li darin.

Berxwedana Hevseroka (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan, di roja 165’an de dewam dike.

Guven 8’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an destpêkirin 127 roj e didome.

Ji 1’ê Adarê ve zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalak jî di roja 51’an de ye.

Rewşa 3 girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê, giran bû.

Hat diyar kirin ku Mûrat Karaaslan ê di 5’ê Çile de ket greva birçîbûnê, xwîn vedireşe.

Her wiha Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 105,

Gurbet Ektîren 97,

Semra Alkan 105,

Îhsan Sinmiş 54 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

MEHMET AYDEMÎR DI 52 ROJAN DE 14 KÎLO DA

2 birayê hev Kadîr û Hamdullah Aydemîr, li Girtîgehên Xerpêt û Amedê ev 52 rojin di greva birçîbûnê dene.

Mehmet Aydemîr ê çû hevdîtina birayê xwe Kadir Aydemîr, diyar kir ku birayê wî di 52 rojan de, 14 kîlo dane û di hucreya yek kesî de tê girtin.

JI ÎHD’Ê RAPORA GIRTÎGEHA ŞIRNEXÊ DERKET

Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa (ÎHD) ya Şirnexê, li Girtîgegeha Tîpa T a Şirnexê, derbarê rewşa 3 jê jin bi giştî 20 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, rapor amede kir .

Di rapora ji 5 rûpelan pêk tê de, cih ji bo vegotin û tespîtên 9 girtiyên di greva birçîbûnê de hatiye dayîn.

9 girtiyên di greva birçîbûnê de yên hevdîtin bi parêzeran kirin, gotin:

Ev du sê rojin vexwarinan nadin me.

Rayedarên girtîgehê daxwazên me yên hevdîtinê red dike.

Leave a Reply

Back to top button