Efxanistan..Di êrişa li herêma Xewaşak de 2 çekdarên Talîban û sivîlek hatin kuştin

Di nava 20 salên dawiyê de, ji hemû êriş û bûyerên li Efxanistanê rû didan, Talîban berpirsyar dihate dîtin.
Ji 15’ê Tebaxê ve Talîban welat kontrol kiriye.
Lê ji wê rojê ve jî êriş û zext kêm nebûye.
Herî dawî, di êrişeke li bajarê Celal Ebad de, 2 çekdarên Talîban û sivîlek hatin kuştin.

Li gorî çapemeniya herêmî, çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya li herêma Xewaşak kirin.

Di êrişê de 2 endamên Talîbanê û sivîlekî ku di wir re derbas dibû, hatin kuştin.

Beriya 3 rojan jî di 3 teqînên li rojhilatê Efxanistanê de ku DAIŞ`ê girtibûn ser xwe, herî kêm 2 kes hatibûn kuştin û 19 kesên din birîndar bûbûn.

Duh sêşemê, tevgera Talîbanê piştrast kir ku DAIŞ li ser Efxanistanê ne xeter e û ew dikarin bersiva wê bidin.

Celal Ebad ji baregehên sereke yên çeteyên DAIŞ`ê li Efxanistanê, tê dîtin.

Di êrişa 26’ê Tebaxê li balefirgeha Kabulê de zêdeyî 100 kes hatibûn kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê ev êriş li xwe girtibûn.

Back to top button