Meclisên Eyn Îsa û Girê Spî komkujiyên li gundê El-Dibis şermezar kir

Meclisên Eyn Îsa û Girê Spî êrişa li ser gundê Dibis yê Eyn Îsayê ku di encamê de yek jê şehîd û 6 birîndar bûn, şermezar kir.

Meclisa Navçeya Eyn Îsa û Meclisa Girê Spî, bi amadebûna bi dehan kesan komkujiya ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê vê sibehê li gundê Dibis pêk anîne, şermezar kir.

Maclisê bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hemberî komkujiyên Dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, şermezar kir û bi bîr xist ku hebûna wan li herêmê ji bo misogerkirina jiyana sivîlan e.

Meclisê di daxuyaniya xwe bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku komkujiyên li dijî sivîlan rawestîne.

Di nava 6 rojan de, ev komkujiya duyemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên gund pêk tîne.

Back to top button