Lîbya..El Debîba biryara vekişîna baweriya ji hikumeta wî red kir

Li Lîbya hêviyên asoya çareseriyê, cihê xwe ji metirsiya şerekî re hiştiye. Parlamentoya Lîbya doh baweriya ku bi hikumeta demkî dayî paşde kişand. Serokwezîrê Hikumeta Yekîtiya Niştimanî, Ebdulhemîd El-Debîba, jî ev biryar red kir.

Ebdulhemîd El-Debîba got,

Heta avakirina yekîtiya welat û li darxistina hilbijartinan ew ê erka xwe ya ku dest pê kiriye bidomîne.

El-Debîba duh, li pêşiya kombûnek li bajarokê El-Zawiyê li rojavayê welêt bang li hemû gelê Lîbyayê ji hemû bajaran kir ku roja Înê dakevin kolanan û li “Meydana şehîdan” a li paytexta Terablusê kom bibin.

Yewnanîstan: Divê hêzên biyanî ji Lîbya derkevin

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dindias car din piştrast kir ku welatê wî teqeziyê bi derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de, dike.

Nikos Dindias piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Cezayir Ramdan Lamara re li New Yorkê, li ser hesabê xwe yê twitterê got:

Helwesta Atîna li hemberî vekişanda hemû hêzên biyanî ji Lîbya û pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de nehatiye guhertin.

Back to top button