ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 152 ‘AN DE YE

Li Başûrê kurdistanê jî grevên birçîbûnê li gelek bajaran li dar in. Li Hewlêr, çalakiya Nasir Yagiz ya bê dem û bê dorveger di roja 152’an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî 129 roj in li dare.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûr’ê di roja 127’an de ji aliyê koma 43’yemîn ve hate dewir girtin.

Di merasîma dewirgirtinê de li ser navê koma 42’emîn Abdulkerîm Mijinî axivî û got,

Ev tecrîda ne li ser Rêbertî tenê ye lê belê li ser gelê Kurd giştiye.

Merasîma dewirgirtinê bi sloganan bi dawî bû.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok a bêdem û bêdorveger di roja 92’an de bi biryardarî dewam dike.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd 57 roj in li dar e.

Leave a Reply

Back to top button