Çeteyan 2 ciwanên ku nû vegeriyane Efrînê revandin

li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Çeteyan 2 ciwanên ku nû vegeriyane Efrînê revandin û aqûbeta wan ne diyar e.
Çeteyan li navçeya Bilbilê dest danîn ser 62 malan û xwediyê wan jî bi darê zorê ji malên wan hatine derxistin.
Li Girê Spî jî dagirkeran 14 kes revandin.

Ev 3 sal in, Efrîn hatiye dagirkirin.

Ji wê rojê û vir ve, rojek bê kuştin, revandin, êşkencekirin û talankirinê derbas nabûye.

ENKS jî tevî hovîtiya li Efrînê, propagandaya vegera Efrîniyan dike.

Gelek kesên ku bi van propagandayan hatin xapandin û vegeriyan Efrînê, yekeser hatin revandin.

Yek ji wan, Ciwanê bi navê Welîd Mihemed Nasan ku vegeriya gundê xwe Emara yê bi ser Navçeya Raco, û ji hêla çeteyan ve hatin girtin.

Çeteyan ew birin girtîgeha li bajarojkê Ezazê, heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Hate gotin ku çeteyan di berdêla berdana wî de 20 milyom lîreyê Sûrî ji malbata wî xwestine.

Li Gundê Qerenê yê bi ser Navçeya Bilbilê jî, çeteyan ciwanê bi navê Elî Mihemed Nûrî yê 29 salî ku nû vegeriyabû gundê xwe revandin û birin cihekî ne diyar.


Li navçeya Bilbilê çeteyan dest danîn ser 62 malan

Li aliyê din, çeteyên Dewleta Tirk malûmilkên şêniyan talan dikin û desteser dikin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyan bidarê zorê 62 mal li navçeya Bilbilê desteser kir, û xwediyê wan ji malên wan derxistin.

Li navenda Bajarê Efrînê jî, çeteyan dest danîn ser mala şêniyê bi navê Salih Ebû Xemîsî yê ji eşîra Emîrat.

Salih Ebo El Xemîsî ji ber şantaja madî ya çeteyan ji Efrînê derket, û çeteyan mala wî a li Taxa Eşerfiyê desteser kir.

Her wiha çeteyan mala şêniyê bi navê Mihemed Hebeş yê ji gundê Hobka jî desteser kir.

Mala şêniyê bi navê Ehmed Fehîm yê li Taxa Eşrefiyê jî hate desteserkirin û hat firotin.


Li Girê Spî 14 kes hatin revandin, ji wan 3 radestî Tirkiyê hatine kirin

Li herêmên din ên dagirkirî jî heman hovîtî û kirinên dermirovî ên dewleta Tirk û çeteyên wê dubare dibin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûrî ragihand ku çeteyan di operasyoneke serdegirtinê li gundên başûrê bajarê Girê Spî yê dagirkirî de 14 kes revandin.

Navendê eşkere kir ku hin kes ji wan piştî ku pere dane hatine berdan û 3 kes ji derbasî Tirkiyê kirin.

Back to top button