Efrîn.. Çeteyan du jin revanidne û 10 hezar Dolar fidye dixwazin

Berdevka Dîplomasiya Kongra Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa derbarê îşkence û revandina jinan a li Efrîna dagirkirî, bang li hemû sazî û dezgehên jinan kir ku komîteyekê ava bikin û biçin li Efrînê lêkolînê bikin.

Piştî 18’ê Adara 2018’an Kantona Efrînê hat dagirkirin, gelek binpêkirinên mafan rû dan.

Ên herî zêde li Efrînê bi kiryaran re rû bi rû dimînin jin in.

Di vê dema dawî de û li gor çavkaniyên herêmî di 13’ê Îlona 2021’ê de jina bi navê Ferîda Mustafa ya 28 salî ji aliyê koma bi navê “Ewlehiya Siyasî” ya girêdayî dewleta tirk ve hate revandin.

15’ê Îlonê jî koma bi navê “El Hemzet” a girêdayî dewleta tirk jina bi navê Arîn Dilê Hesen a 23 salî ye revandin.

Çarenûsa Arînê heta vê kêliyê ne diyar e û komên çete fideyê ji malbata Arînê bi qansî hezar dolarî dixwazin.

Girêdayî revandina jinan û kirinên li Efrînê, Berdevka Dîplomasiya Kongra Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa axivî.

Zozan Mistefa diyar kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin ji derveyî mirovahiyê ne û got:

Çeteyên dewleta Tirk Ferîde û Arînê girtine û birine cihêkî ne diyar.

Çeteyên ku Ferîde û Arin revandine niha 10 hezar dolar fîdye dixwazin.

Em li dijî van kiryarana bangê li hemû jinên cîhanê dikin ku dengekî xurt derxin.

”jin piranî di hundir de ne û bi tirs dijîn”

Berdevka Dîplomasiya Kongra Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa di dawiyê de dibêje:

Niha kiryar û qirêjiyên ku li Efrînê diqewimin piranî li ser jinan tên kirin.

Lê em ê her tim têkoşîn û lêkolînên xwe dewam bikin ji bo em bikaribin rastiya ku niha li Efrînê tê jiyîn bidin bihîstin.

Ez ji bo hemû sazî û dezgehê jinan bangewaziyê dikim ku komîteyekê ava bikin da ku biçin li Efrînê lêkolînê bikin

Back to top button