Jinên di girtîgehên li Serê Kaniyê de mane, rastî êşkenceya herî hov hatine

Jinên di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serê Kaniyê de hemû cure êşkence li wan tên kirin. Jineke ku piştî dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê çeteyan ve hatîbû girtin behsa hovîtî û êşkenceya ku di girtîgehê de lê kirine kir.

Ji Cotmeha 2019’an heya niha jinên li Serê Kaniyê ya dagirkirî di şertên herî zor de dijîn.

Ew ji tirsa nikarin ji malên xwe derkevin, ger derketin jî careke din venagerin an jî ji ber êşkenceya ku lê tê kirin, êdî nayên nasîn.

Hemşîreya berê li bajarê xwe xizmeta tenduristiyê dikir H.X a 41 salî piştî dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên Tirk ve tê revandin û rastî her cure êşkenceya hovane tê..

Piştî salekê ew niha hatiye berdan lê hovîtiya ku bi çav dîtiye, ji bîra wê naçe..

Hemşîreya berê bi êvarê ji mala xwe tê revandin, li gel ku wê hawar kiriye jî lê ti kes pê ve nehatiye..

Jina hemşîre dibêje:

Di dema lêpirsînê de despêkê kincên min ji min kirin. Paşê jî bi têla elektirîkê li min xistin heta ku ji hal xistim. Ez bawer nakim ku tiştek ji vê zehmetir hebe. Ji lêdanê nediwestiyan heta ku ez ji ser hişê xwe çûm.

Her wiha ew diyar jî dike ku dewleta Tirk û çeteyên xwe bi êşkenceyê dixwazin jin li ser tewanan erê bikin.

Ji bilî vê hemşîreyê, jineke din ku ji ber ewlehiyê nexwestiye navê xwe eşkere bike, heman êş kişandiye.

Jina ciwan a 29 salî ji ber zilma çeteyan tevî birayê xwe xwestiye bireve Tirkiyê da ku derbarî dewletên derve bibe, lê li ser sînor têne girtin.

Çeteyên Tirk ew li pêş çavên birayê wê bi elektrîk êşkence kirine. Ji êşa re birayê wê krîz derbas kiriye û jiyana xwe ji dest da.

Lê dîsa jî çeteyan jina ciwan bi halê wê ve nehiştin, ew bi rêbazên herî hov êşkence kirin.

Li gel vê, jineke din qala serpêhatiye keça xwe dike..

Keça wê ku dayîka du zarokên 7 mehî ji aliyê çeteyan vê tê revandin û êşkence kirin.

Her wiha wan bi buhaneya lêgerînê destavêtinê û heta niha keça wê bi ser hişê xwe nehatiye.

Back to top button