Xeterî û gemara ku çeteyên DAIŞ’ê bi xere anîn herêmê, heta niha jî xelk zirarê jê dibînin. Îro li navçeya Ehdas ya Şehbayê mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê bi 4 zarokan ve teqiya.
Vê êvarê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê 4 zarokan mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê dîtin û bi wan ve teqiya.
Li gorî agahiyan 4 zarok birîndar bûn ji ber ku giranîna yekî giranbû ew rakirin nexweşxaneya Helebê.
Navên wan zarokan jî wiha ne;
Ismet Teter Exres yê 12 salî
Mihemed Teter Exres 6 salî
Zuhêr Teter Exres 14 salî
Û Rulêf Mihemed Elî ê 8 salî
Sisê ji van birayên hevin.