Dr. Ciwan Mistefa: Wê di saetên pêş de qedexeya giştî were ragihandin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo xweparastina ji Coronayê gelek caran hişyarî da.

Lê tevî van hişyariyan jî jimara pêketiyan li herêmê roj bi roj zêde dibe.

Weke tedbîr ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê Desteya Tenduristiyê ya herêmê ragihand ku wê qedexeya giştî dest pê bike.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa li ser xeteriya rewşê û tedbîrên ku dê bên girtin ji televizyona me re axivî.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê û bi taybet li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê jimara pêketiyên Coronayê zêde dibe.

Hevserokê Desteya Tenduristyê ragihand ku ew ê ji bo pêşîlêgirtina li ber belavbûna vîrûsê di saetên pêş de qedexeya giştî raghînin.

Heta niha li herêmê 25 hezar û 579 kes bi Coronayê ketine jê 863 mirine û 2 hezar û 90 kes jî baş bûne.

Back to top button