Hefter ji bo siyasetê dev ji erka leşkerî berdide

Ji bo hilbijartinên li Lîbya nêzî mehekê wext maye.
Ev nêzî salekê ye ji bo van hilbijartinan li welat û derveyî welat amadekarî têne kirin.
Herî dawî Fermandarê Artêşa Nîştîmanî Hefter dest ji erkê xwe yên leşkerî berda.
Bi vê yekê re, Hefter ji niha de xwe ji bo serokatiya Lîbya amade dike.

Tevî hemû aloziyên li Lîbya, amadekariyên ji bo hilbijartinên 24’ê Kanûnê ya li welat tê kirin.

Birayra hilbijartinê di Cotmeha 2020’an de hatibû girtin.

Li gorî biryarên wê demê, nabe kesek ji qada leşkerî bibe serokê welat.

Lê dikarin erkê xwe yê leşkerî bidin rawestandin û dema ku di hilbijartinê de bi ser neketin, dikarin careke din karê xwe dewam bikin.

Ev xala bûye cihê nîqaşê ji aliyê Serokê Parlamentoya Lîbya Aqîle Salih ve hate dayîn.

Bi vê biryarê re, Fermandarê artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter erkê xwe yê leşkerî da rawestandin.

Her çiqasî Hefter heta niha ji bo berşdarbûna xwe ya hilbijartinê ti daxuyaniyek nedabe jî lê ev gava wî ji bo hilbijartinê tê nirxandin.

Tê gotin, Hefter xwe ji bo serokê welat amade dike.

Di demeke ku hilbijartin di rojeva welat de bû, despêka hefteyê bûyerên balkêş derketin.

Parlamentoya Lîbya baweriya bi hikumeta Dibeybe paşde vekişand

Parlamentoya Lîbya baweriya bi Hikumeta Yekîtiya Nîştîmanî ya Ebdulhemîd Dibeybe paşde vekişand.

Konseya Bilind a Dewletê li dijî biryarê derket.

Dibeybe ev biryar red kir û got, wê heta hilbijartinê karê xwe bidomîne.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiye jî bi daxuyaniyekê bertekên tund nîşanî biryara parlamentoya Lîbya da.

Wezaretê îdia kir ku ev biryar wê ti aramî ji bo Lîbya pêk neêne.

Misyona Piştevaniya Lîbya a Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) jî ragihand ku ew derbarê rewşa li welat de bifikarin.

Almanya: Pêwiste hêzên biyanî ji welat derkevin

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heiko Maas jî got,

Pêwiste pêvajoya siyasî dewam bike. Jimara leşkerên biyanî yên li welat pir zêde ye. Pêwiste ev leşker ji Lîbya di zutirîn demê de derbikevin.

Back to top button