Artêşa Yemenî: Li Eniya “Serawih”ê ya li Meribê gelek Hûsî hatin kuştin

Li Yemenê her ku diçe şer dijwartir dibe..
Artêşa Yemenî li rojavayê parêzgeha Me’ribê êriş bir ser hin baregehên çekdarên Hûsî yên li eniya Serawihê..

Navenda artêşa Yemenî ragihand ku di encama êrişê de, gelek çekdarên Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin..

Her wiha Navendê got ku gelek amûr û erebeyên leşkerî hatin rûxandin..

Di çarçoveyê de, balafirên Hevpeymaniya Erebî li Me’ribê karwanekî çek û amûrên leşkerî yên Hûsiyan rûxand..

Li gor agahiyan, artêşa Yemenî li Me’ribê fermandarekî Hûsiyan “Ebdulwehab El-Mensûr” kuşt..

Li bajarê Hedîdayê her wiha Hevpeymaniyê 2 kelekên bombebarkirî yên girêdayî koma “Ensarullah” rûxandin..

Sêşemê jî, li başûrê Hedîdayê droneke bombebarkirî ya Hûsiyan hatibû xistin..

Back to top button