Asayîşa Dêra Zorê: Li herêma Dêra Zorê rewşa ewlehiyê baş bûye

Li Dêra Zorê ev demeke xebatên tekoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê zêde bûne.
Fermandariya Giştî ya Asayîşa Dêra Zorê dibêje piştî zêdekirina van xebatan pêşeketinek berçav di warê ewlehiyê de çêbûye.

Endamê rêveber ê Fermandariya Giştî ya Asayîşa Dêra Zorê Beşar El-‎Seib li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Beşar diyar kir ku di operasyonên 3 mehên dawî de 16 şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ku ji dehan çete pêk dihat hatin girtin.

Her wiha bi dehan mayînên ji bo teqînan dihatin amadekirin, hatin bêbandorkirin. ‎

Beşar El-‎Seib da zanîn ku piştî van operasyonan rewşa ewlehiyê li herêma Dêra Zorê baş bûye.

Back to top button