106 roj e çarenûsa Cîhad Hesen ê ku PDK revandiye hîna nediyar e

106 roj in di ser revandina nûnerê Rêveberiya Xweser yê Hewêlêrê Cîhad Hesen re derbas bû û hê jî çarenûsa wî ne diyar e.

10’ê Hezîrana 2021’an çekdarên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen revdandin.

Ji wê rojê ve PDK’ê ne sedema revandina wî diyar dike û ne dihêle bi malbata xwe re bicive.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê diyar kiribû ku tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

Back to top button