Gerîla di nava mehekê de 95 çalakî kirin 71 leşker hatin kuştin

HPG’ê bîlançoya şer û berxwedanê ya navbera 24’ê Tebaxê û 23’ê Îlonê eşkere kir.
HPG’ê got, gerîla di nava mehekê de 95 çalakî lidarxistin.
Di encama van çalakiyan de 71 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û berxwedanê ya mehekê ji raya giştî re eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin berxwedana destanî ya gerîla ku li dijî êrişa dagirkeriyê ya şeva 23’ê Nîsanê dest pê kir, pênc meh li pey xwe hişt.

Hate diyar kirin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava mehekê de ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê per-formansa şer bi rengekî bênavber dewam kir û wiha hat gotin;

“Berxwedana hêzên me yên gerîla bi tîpên zêrîn cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê de girt. Artêşa Tirk a dagirker ku xitimî ye, giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî, qanûnên şer û navneteweyî binpê kir. Li qada berxwedanê ya Girê Sor 6 hevrêyên me di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. Artêşa Tirk a hov û faşîst, tenê mehekê 157 caran çekên kîmyewî bi kar anî, bi vî rengî hewl da encamê werbigire, lê bi ser neket.”

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a ku ji bêdengiya raya giştî hêz werdigire, êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî dewam dike û got,

“Gerîlayên li qadên berxwedanê yên Zendûra, Girê Sor û Werxelê şer dikin, di her kêliyê de bi îrade, bawerî, biryardarî û wêrekiya Apocî li ber xwe didin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi per-formansa xwe ya şer careke din ispat kir ku hêza serketinê ye.”

HPG: Dewleta Tirk 157 caran li dijî çeperên gerîla çekên kîmyewî bikaranî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî hûrguliyên şerê meha dawî ev agahî parve kir:

– Li dijî dijmin bi giştî 95 çalakî hatin lidarxistin

– 4 jê kontra, 67 jê dagirker bi giştî 71 leşkerên dijmin hatin cezakirin

– 13 dagirker jî birîndar bûn

– 28 hevrêyên me di şer û bombebaranê de şehîd bûn

– 6 hevrêyên me di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûn

– 7 hevrêyên me ji aliyê PDK’ê ve li Xelîfanê bi rengekî xayinî di kemînê de bûn hedefa êrişê. Aqûbeta van hevrêyên me hîn nayê zanîn

– Artêşa Tirk a faşîst 157 caran bi çekên kîmyewî êriş bir ser tunel û çeperên şer

– Leşkerê bi peyman ê artêşa Tirk Sezaî Gun-gor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin

Derb li 3 helîkopterên êrişê hate xistin û hêjmareke zêde çek û wesayîtên zirxî hatin rûxandin.

Back to top button