KCK: Dem hatiye ku dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin

Dewleta Tirk ya ku zêdeyî 5 meh in êrişî başûrê Kurdisanê dike di van rojên dawiyê de çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîla bikartîne.

Bi taybetî li herêma Avaşînê bi dehan caran bikranîye û hê jî bikartîne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, nameyek ji saziyên navnetewî û NY re şand.

Raya Giştî ya Cîhanê û hêzên navnetewî li dijî dewleta Tirk ku sûcên şer dike, bê deng in.

Bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem nameyek ji nûnertiyên DYE, Almanya, Fransa, Kanada, Îngilistan, Hollanda, Rûsya û gelek welatên din ên li Hewlêrê, nûnertiya Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Yekîtiya Ereb û partiyên siyasî yên li herêmê re şand.

KCK’ê di nameyê de balê dikişîne li ser sûcên şer ku dewleta Tirk pêk tîne û bê helwestiya hêzên pêwendîdar rexne dike.

KCK’ê hişar kir ku êrişên dewleta Tirk aramiya herêmê têk dibe û diyar kir ku divê li hember bikaranîna çekên kîmyewî û êrişan helwest bê nîşandan.

KCK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku “Bikaranîna van çekên ku ji aliyê saziya we ve hatiye qedexekirin, bi rengekî eşkere li dijî pîvan û peymanên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ye.”

KCK’ê bibîrxist ku Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê fosfor a spî hate bikaranîn lê Neteweyên Yekbûyî piştî vî sûcî Tirkiye şermezar û ceza nekir wiha got,

“Vê bêdengîyê hişt ku dewleta Tirk ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve li Başûrê Kurdistanê li dijî HPG’ê û sivîlan çekên kîmyewî bi kar BINE. Li tunelên berxwedanê yên gerîla û derdora bi dehan gundên nêzî van herêman pênc meh in êrişên dagirkeriyê têne kirin û di van êrişan de çekên kîmyewî bi rêk û pêk têne bikaranîn.”

KCK’ê da zanîn bêdengiya navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî encama hevkariya bi dewleta Tirk re ye û got,

“Ji ber vê yekê ewqas sûcên dewleta Tirk heta niha ji nedîtî ve hatin û li dijî vî welatî tiştek nehatiye kirin. Ji ber ku gelek sûcên Tirkiyê bi berfirehî hatine belgekirin, dem hatiye ku ev welat êdî bi rengekî eşkere bê şermezarkirin û rayedarên dewleta Tirk ên berpirsyar bên darizandin.”

Back to top button