Berdan Ozturk: Cihê çareseriyê parlementoye û muxateb birêz Abdullah Ocalan e

Ev demeke li Tirkiyê pirsgirêka Kurd û muxatabê pirsgirêkê tên nîqaşkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn CHP nikare muxatabê pirsgirêka kurd diyar bike û got:

“Gelê kurd muxatebê xwe diyar kiriye. Birêz Abdullah Ocalan e. Cihê çareseriyê jî Parlamento ye.”

Di van rojên dawiyê de li Tirkiyê careke din li ser pirsgirêka Kurd û muxatabê wê nîqaş tên kirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Ozturk bal kişand ser muxatabiya Rêber Apo û da zanîn ji sala 1993’yan û vir ve Rêber Apo gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêka kurd agirbest ragihandiye û wiha got,

“Divê hewldan û daxuyaniyên birêz Ocalan yên ji bo çareseriyê li ber çavan werin girtin. Bi milyonan gelê kurd Birêz Ocalan ‘vîna xwe’. dibîne. Ger ev pirsgirêk bi rastî were çareserkirin, di navenda sereke de tenê aktorek heye: ew jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Ozturk derbarê daxuyaniyên serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de jî diyar kir ku ew nikarin muxatabê pirsgirêka Kurd diyar bikin û wiha dewam kir,

“Gelê kurd dikare muxatab diyar bike û jixwe diyar kiriye. Tu carî pirsgirêka muxatabê kurdan çênebûye. Muxatabê ku gelê me hilbijartiye diyar e. Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Berdan Ozturk da zanîn Rêber Apo jî weke cihê çareseriyê parlemento nîşan dabû û got,

“Ji sereraskirinên qanûnî bigire heta destûra bingehîn cihê van Parlamento ye. Bêyî Ocalan çareserkirina pirsgirêka kurd ne pêkan e. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de aktorê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî Ocalan wê pirsgirêka kurd hin bêtir kûrtir bibe û neçareserî mezintir bibe.”

Back to top button