Ji ber hişkesaliyê gola Wanê 1-2 kîlometreyan vekişiyaye

Li Wanê kanî hemû li ber ziwabûnê ne. Tenê ne gol, bendav jî êdî bi temamî ziwa dibin. Ji ber hişkesaliyê ya îsal Gola Wanê bi qasî 1-2 kîlometreyan vekişiyaye û asta avê jî 3 metre kêm bûye.

Serokê Komeleya Hawirdor Parastin û Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) a Şaxê Wanê Elî Kalçik, tekîldarî rewşê anî ziman ku tu wextê wekî niha gol ev qasî venekişiyabû. Elî Kalçik bang kir ku demildest divê Qanûna Parastina Gola Wanê bê çêkirin.

Ji ber hişkesaliyê hin deverên Gola Wanê bi qasî 1-2 kîlometreyan vekişiyaye û asta avê 3 metre kêm bûye.

Li gor tesbîtên Fakulteya Berên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, vekişîna vê dawiyê vekişîna herî mezin e.

Serokê Komeleya Hawirdor Parastin û Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) a Şaxa Wanê Alî Kalçik, anî ziman ku tu wextê wekî niha gola Wanê ewqasî kêm nebûye.

Kalçik îşaret bi xeteriya kêmbûna avê kir û got:

“Kêmbûna asta ava Gola Wanê, nîşan dide ku bi milyaran metrekup av kêm bûye.

Ev karesateke cidî ye. Polîtîkayên avê divê rast bên bikaranîn.”

Kalçik, bibîr xist ku li herêmê 3 Sentralên Hîdroelektirîk HES hatine çêkirin û got, HES berê avê diguherînin û bi vî awayî zirarê didin ruhberan.

Demildest divê qanûna parastina gola Wanê bê çekirin

Kalçik, bal kişand ser Qanûna Parastina Gola Wanê jî û got:

“Bi salan e, saziyên civaka sivîl û pêkhateyên wê hemû, dixwazin Qanûna Parastina Gola Wanê bê çêkirin.

Ji lew re gol tune be, bi navê Wanê wê bajarek jî tune be”

Back to top button