Jinên li Şengalê bi namzetekî dê vîna xwe di hilbijartinan de nîşan bidin

Di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, Şengalî bi namzetekî dê vîna xwe nîşan bidin. Jinên li Şengalê piştgiriya partiya xwe dikin û bi hêviya serkeftinê ne.

Li aliyekî din jî baweriya hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bi hilbijartinan nemaye, loma jî gelek kes naxwazin biçin ser sindoqan dengê xwe bidin.

Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê 10’ê Cotmehê dest pê dikin.

Şengal jî bi namzetekî serbixwe dê vîna xwe di hilbijartinê de nîşan bide.

Xebata ji bo serketina di hilbijartinan de ku li Şengalê hatî despêkirin, li hemû navçe û gundewarên wê dewam dike.

Li Serdeşta çiyayê Şengalê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de şahiyek hat lidarxistin.

Jinên ji Şengalê jî di vê derbarê de îşret bi giringiya hilbijartinan kirin.

Cigira Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Sêvê Emo û endama Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî axivîn.

Kesên navborî diyar kirin ku hilbijartin li gorî wan dê bibe misogeriya gelek xalên pêdiviya civaka wan.

Lewra ew di wê baweriyê de ne ku serkeftina xebata Partiya PADÊ bibe serkeftina hemû Şengaliyan.

Ji ber nepêkanîna berendaman sozên xwe, gel ji hilbijartinan bê hêvî ne

Li aliyekî din jî encumena nûnerên Iraqê û berendaman jî lez dane xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan.

Berendam bi dilgermî serdana hemwelatiyan dikin û daxwaza dengan dikin, lê hemwelatî dibêjin ku ew ji vê hilbijarinê bêhêvî ne.

Der barê bêhêvîbûna gel a ji hilbijartinan re jinên li Başûrê Kurdistanê axivîn.

Jina ciwan Îman Farîq anî ziman ku bi xwe hemû tişt diyar kirine, gotinên me bêbandor in ev jî bi me re bêhêvîbûnê çêdike.

Jina bi navê Xeyriye Hamid jî diyar kir ku baweriya gel bi desthilatdar û partiyan nemaye; lewra êdî baweriya ti kesî bi hilbijartinan nemaye.

Amîna Rehîm jî got:

Berê gelek kes diçûn ser sindqan ji bo dengê xwe bidin, lê vala ye niha ne wisa ye.

Rewah Ferhad jî destnîşan kir ku berendamên berê gelek soz dane ji bo gel lê tiştek pêk neanî ne, lewra êdî gel bê bawer bûye.

 

Back to top button