Şandeyeke Başurê Efrîkayê serdana herêmê kir û bi Rêveberiya Xweser re rûnişt

Şandeyeke Başûrê Afrîkayê bi serdana Rojava kir û bi Rêveberiya Xweser re rûnişt.

Di serdanê de rewşa ewlehiya li herêmê û beşdariya Rêveberiya Xweser ya di xebatên siyasî de hatin nîqaşkirin.

Şandeya ji Başûrê Afrîkayê bi serokatiya balyozê li Sûriyê û Lubnanê Barry Gilder û rêvebera Nivîsgeha UNICEF`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Natasha Stogozuka pêk hat.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiya Daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Êliya li navenda Daîreya Têkiliyên Derve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina herdu aliyan de gelek mijarên siyasî, aborî, rewşa Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha, rewşa mirovî ya li kampên Hol û Roj û çawaniya vegerandina welatiyên ji Başûrê Afrîkayê ji welatên wan re, bû mijara nîqaşê.

Back to top button