Fêsel El-Miqdad:Divê dewleta Tirk ji herêmên Sûrî yê dagirkirîye derkeve

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad ji dagirkeriya Tirk xwest ku yekser ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriye, derkeve.

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad ji ajansa Novosti ya Rûsyayê re axivî û got,

“Divê dewleta Tirk hêzên xwe ji axa Sûriyê ya bakurê welêt ku dagirkirye bikşîne û divê civaka navnetewyî rola xwe bilîze û destekê bide Sûriyê.”

Miqdad da zanîn ku sedema rageşiyên dawîn a Idlibê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji komên terorîst re ye.

Back to top button