Endamên NY li dijî Talîbanê helwesta hevpar nîşan dan

Lîderên welatên cîhanê li New York civiyan, yek ji rojevên wan yên sereke careke din Efxanistan bû.
Tevî lîderan Sekreterê Giştî yê NY Guterres bi Wezîrên Karên Derve yên 5 welatên daîmî yên endamên NY re civiya.
Di civînê de, endaman derbarê têkliyên bi Talîbanê re gihiştin biryarekê.
Êdî wê DYA, Rûsya, Çîn, Îngilistan û Fransa li dijî Talîbanê wê yek helwest nîşan bidin.

5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser xeteke hevpar a têkiliyên bi Talîbanê re ku Efxanîstan xist bin kontrola xwe, li hev kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi daxuyaniyekê got;

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa bang li Talîbanê kirin ku hikûmetek ava bike ku “nûnertiya hemû beşên gel dike”.

Guterres eşkere kir ku ew dixwazin Efxanistaneke aramn hebe ku bê ferq û cudahî alîkariya heyî bê belavkirin.

Guterres di pêvajoya civîna Civata Giştî ya NY a 76. ku li New Yorkê pêk tê, bi wezîrên 5 endamên dayîmî re axivî.

Guterres piştî vê civînê got,

Ew Efxanistanekî bi ewle ya ji bo jin û keça û ji terorê dur dixwazin bibînin.

Civîna Guterres ya bi wezîran re li ser hewildanên Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Liz Truss pêk hat.

Her wiha hate gotin, ji derveyî Çînê ti welatek ji avabûna hikumeta li Efxanistanê hatî ragihandin ne, razî ye.

Çavdêrên siyasî girîngiyeke mezin didin peymana di navbera pênc endamên daîmî yên Konseya Neteweyên Yekbûyî de.

Tenê mehek berê, di Civata Giştî de, nûnerên Rûsya û Çînê dema dengdana li ser daxuyaniya tê de bendewariyên civaka navneteweyî ji rejîma Talîbanê hene, bêalî mabûn.

Talîban: Di hikumeta demkî de “jin” cih nagirin

Talîban 15’ê Tebaxê paytexta Efxanistan Kabul ji di nav de, tevahiya welat kontrol kir.

Piştî vê Talîban hikumeta demkî ragihand.

Di hikumetê de ti rol ji bo jinan ne hate dayîn.

û di ewarê azadiyê de fikarên li ser Talîbanê zêdetir bû.

Ev yek jî bû sedema ku hikumeta hatî avakirin di nava qada navnetewî de bû sedema bertekan.

Wezîrê Derve yê Alman Heiko Maas doh li Civata Giştî ya NY axivî û got:

Talîban bi diyarkirina hikumeta xwe ya nû re, şaştiyeke taktîkî kir.

Hikumeta hatî avakirin wê têkliyan zehmetir bike.

Girîng e ku ew vê peyamê ji me hemûyan bibihîzin.

Back to top button