Meclisa Almanya: Tevgera Gurên Boz li dijî destûra bingehîn tevger dikin

Li Ewropa û Amerîka yek ji metirsiyên sereke hebûn tevger û rêxistinên xebatên tundraw didin meşandine.
Yek ji van tevgera jî Gurên Boz in.
Bi gotinekî din, ev tevger destê faşîzma dewleta Tirk yê ji derve ye.
Piştî Amerîka, li Almanya jî ev yek bûye rojev.
Di bin banê Meclisa Almanya de li ser Gurên Boz raporek hat amadekirin.
Di raporê de hat gotin, Tevgera Gurên Boz a nîjadperest “li derveyî qanûnê dixwaze armancên xwe bi zextê bêxe piratîkê.
Partiya Çep ya Alman jî careke din, daxwaza qedexekirina tevgerê kir.

Destê derve yê faşîzma dewleta Tirk ji derve, Gurên Boz bûye cihê metirsiyê welatên Ewropa û Amerîka.

Piştî fikarên Meclisa Nûneran ya DYA, careke kirinên tevgera Gurên Boz li Almanya jî ket rojevê.

Rapora pisporên ji aliyê beşa Zanistî ya Meclisa Federal a Almanya ya li ser tevgera Gurên Boz, hêviya Partiya Çep a mixalîf geş kir.

Partiya Çep di nava demên pêş de daxwaza qedexekirina tevgerê kiribû.

Li gorî rapora têkildar a di rojnameya Tagesspiegel تاجشبيجل de, tevger dixwaze hedefên dij-destûrî bi rengek şerker û êrişkar bimeşînin.

Di rewşeke piştrastkirina vê yekê de wê bibe sedema ku tevger li Almanya were qedexekirin.

Di rapora pisporiyê ya 10’ê Îlonê hate pêşkêş kirin de, sedemên qedexekirinê hatin rêzkirin.

Ji bo qedexekirina tevgerê îşaret bi madeya, “ger li dijî rêxistin yan komeleyekê bi awayekî zêde ziyan bide” jî hate kirin.

Partiya Çep: Divê hikumet dest ji serê xwe xistina bin xîzê de berde

Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer îşaret bi destûra bingehîn kir û got,

Sûcên di destûrê de ji aliyê tevgerê ve ji xwe hatine kirin.

Divê hikumeta Federal dawî li polîtîkayên xwe yên serê xwe xistina bin xîzê de berde.

Hikumeta Federal biryarên meclisê dike qurbanê polîtîkayên xwe yên bi Tirkiyê re.

Par tevahî partiyên Alman yên li meclisê daxwaza girtina tevgera Gurên Boz kiribû.

Lê Wezîra Karên Hundir ya Almanya Horst Seehofer ev yek ji nedîtîve hatibû.

Beriya niha jî ji ber êrişên tundraw yên vê tevgerê, li Fransa bi biryara Serokomar Emmanuel Macron li welat hatibû qedexekirin.

Her wiha Awisturlya jî sembola tevgerê li welat qedexe kiribû.

Back to top button