Li herêma Cizîrê qedexeya derketina derve heta 7 rojan hat ragihandin

Di van rojên dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê vîrûsa korona belav dibû û rojane kes pê diketin. Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê îro Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê qedexeya derketina derve ya giştî heta 7 rojan ragihand.

Bang li welatiyan jî hat kirin ku ji bo parastina xwe li gorî bîryar û tedbîrên qedexeyê tevbigerin.

Li ser belavbûna vîrûsa koronayê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê, îro biryara qedexeya giştî li herêma Cizîrê ragihand.

Derbarê mijarê de Rêveberiya Xweser daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ji ber belavbûna pêla çaremîn a vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan û kesên jiyana xwe ji dest didin, ji bo parastin û pêşîlêgirtina vîrûsê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê di 22’yê Îlonê de civîna xwe li darxist.

Li gorî encamên civînê ev bîryar hatin girtin.

-Qedexeya derketina derve li tevahî li herêma Cizîrê heta 7 rojan tê ferzkirin. Qedexe ji sibeha şemiyê ango 25’ê mehê dest pê dike û heta roja înê ango 1’ê Cotemê dewam dike.

Li gorî wê:

-Hemû rêyên giştî, bazar, firoşgehên pîşesaziyê, cihên olî, dibistan, zanîngeh, peymangeh, baxçeyên zarokan, xwaringeh, qehwexane û klînîkên tenduristî tên girtin û çalakiyên werzîşê tên sekinandin.

-Tevgera di navbera bajar û gundan de qedexe ye.

-Cihên ku biryara qedexeyê nagire nava xwe; Rêxistinên alîkariyan, sehrîcên avê, sotemenî, wesayîyetên veguhestina sebze û dermanan, dezgehên çapemeniyê.

-Nexweşxaneyên taybet û dermanxane wê vekirîbin.

-Firoşgehên xwarin, sebze û goşt tenê di taxan de, divê ji saet 6’ê sibê heya 6ê êvarê vekirî bimînin.

-Sûka hal, divê ji saet 10’ê êvarê heya saet 10’ê sibê vekirî be.

-Ji bilî şaredarî, aborî, tîmên kehrebeyê, daîreya sotemeniyê, nivîsgehên rêxistin û kampan û desteya Tenduristiyê xebatên hemû saziyên Rêveberiya Xweser têne sekinandin

-Lixwegirtina maskeyan li ser hemû xebatkar û kesên ku ji qedexeyê hatine derxistin, tê ferzkirin, yên pêk neynin dê rastî cezayên pereyan werin.

Di dawiyê de bang li gel hat kirin ji bo parastin û ewlehiya xwe li gorî bîryarên qedexeyê tevbigerin.

Back to top button