Îran: Di têkliyên me yên bi Siûdiyê re pêşketinên berbiçav hene

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir ku hevdîtinên ji bo başkirina têkiliyên di navbera Tehran û Riyadê de bi erênî dewam dikin.

Seîd Xetîbzade li ser mijarê ji ajansa IRNA re axivî.

Xetîbzade diyar kir ku di nava mehên dawiyê de, têkliyên Tahran yên bi rêveberiya Riyadê re pêşketin hene.

Xetîbzade dazanîn ku li paytexta Iraq Bexda bi rêveberên Siûdiyê re gelek civîn pêk hatiye û wiha got:

“Ev hevdîtin tu carî nehatine sekinandin.

Bi hatina rêveberiya Serokomar Ibrahîm Reîsî re jî gihişt astekî hîn zêdetir.

Hatibzade diyar kir ku divê Erebistana Siûdî ji pirsgirêkên li herêmê re li çareseriyan bigere û wiha got,

“Pêwist dike ku em bigihîjin mekanîzmayeke herêmî ya berfireh.

Û weke 2 welatên girîng ên herêmê bibin xwedî pêwendiyek aram û baş.

Qiralê Erebîstana Siûdî Selman bin Ebdulezîz doh di Civata Giştî ya NY ya 76. de axivî.

Ebdulezîz jî piştrast kir ku dinavbera wan û Îranê de danûstandin ber encamê ve diçin.

Aloziya navbera Riyad û Tahranê piştî 2 Çileya 2016’an Erebîstana Siûdî rêvebek yê Şiî Nimr el Nimr û 47 kes hatin darvekirin gihişt asteke herî zêde.

Back to top button