Li grava Kanyarya ya Spanya çiyayê volkanîk teqiya

Li 5’emîn grava La Palma ya Spanya bi rojane çiyayê volkanîn agir dibarîne.
Ji ber lavên volkanê 185 xanî xerabûn û zêdeyî 6 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Çiyayê Volkanîn Cumbra Viejo yê li grava La Palma ye ji yekşemê ve dest agir dibarîne.

Lavên ku ji volkanê derdikevin, ji sê aliyan ve ber bi deryayê ve diherikin.

Ji ber lavan, herêmek bi qasî 154 hektar bû xwelî û 185 avahî jî hilweşiyan.

Ji gravê heta niha zêdeyî 6 hezar kes hatine veguhestin.

Li 20 herêman dibistan heta biryareke nû hatine girtin.

Felaketa ku li gravê rûdayî ji hewayê de hate qeydkirin.

Tê texmînkirin ku teqîna volkanîk di navbera 24 heta 84 rojan de dewam bike.

Lav di 12 saetan de, 12 metre pêş diçe.

Ajansa meteorolojî ya dewleta Spanya (AEMET) ragihand ku tê payîn baranên bi asît bibrain.

Tê gotin, ev baran dibe ku roja roja Înê bigihêje Spanya.

Back to top button