Frensa..Parly ji ber ‘krîza keştiyên binav’ rastî berteka senatoran hat

Belê krîza ketşiyên binav ya navbera Fransa, DYA, Awistralya û Îngilistanê li nava senatoyê jî yek ji rojeva sereke bû. Dema ku Wezîra Parastinê yê Fransayê Parly li pêşberî Senatoran di axivî ji ber peymanê rastî bertekan hat.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly, di rûniştina Senatoyê de qala krîza dîplomatîk a ji ber betalkirina peymana keştiyên bin av kir û got:

Awistralya baweriya Fransayê şikand.

Em nikarin dîrokê paşve binivîsin, wekî din em ê xwe têxin şûna dadger an dozgeran. Lê ez fam dikim ku armanca Senatoyê eve.

Piştî vê axaftinê, Senatoran bi derxistina deng bertek nîşan dan.

Li ser destwerdana serokê Senatoyê, Wezîra Parastinê karî axaftina xwe dewam bike.

Parly anî ziman ku helwesta Awistralya nîşan da ku di nava endamên NATO de dîyalogên siyasî tineye.

Lê ev yek nayê wateya ku Awistralya ji NATO were derxistin.

Ji bo stratejiyek nû dikarin nirxandin were kirin.

Wezîr Parly got,

“Hevalbendbûn ne dîlgirtina berjewendiyên kesên din e.”

Senator Rachid Temal jî diyar kir ku ji 5. serokomariya Fransa heta niha biçûkxistinek bivî awayî pêk ne hatiye.

Krîza keştiyên binav, dihêle ku gelek tişt ji bo sicîla hikumetê were gotin.

Back to top button