Li i çolistana Sûriyê ji ber teqîna mayinekê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Îro li çolistana Sûriyê jî mayînek bi erebeyeke leşkerî ya hikumeta Şamê teqiya di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Sexnê ya rojhilatê Humsê mayineke DAIŞ’ê bi hêzên hikumeta Şamê ve teqiya.

Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê, endamekî Dîfa El-Wetenî hatin kuştin û 6 endamên komên alîgirên hikumetê birîndar bûn.

Li gorî Navendê ji 24’ê Adara 2019’an û heya niha di encama teqîna mayinên li çolistana Sûriyê, hezar û 558 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

 

Back to top button