Li Herêma Pêncwên ya Silêmaniyê fistîvala berhemên xwemalî destpê kir

Li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê Festivala yekemîn ya Payîzê a Berhemên Xwemalî hat li darxistin.

Di festivalê de berhemên xwemalî yên wek bacanên sor, xiyar, petat, gêzer, tirî û hingiv û gelek berhemên din hatin pêşkêşkirin.

Berpirsê festivalê Rêbwar Kemal li ser armanca festivalê ji Rojnews re axivî û diyar kir ku armanc jê ewe ku berhemê xwemalî were zêdekirin, anîna berhemê biyanî were kêmkirin.

Rêbwar anî ziman ku wan destûr nedaye ti berhemek biyanî di festivalê de were nîşandan.

Cotyar Cebar Salar ku yek ji bejdarvanê fistîvalê ye wiha axivî û got,

“Her sal bi bergirtina berheman re nirxê wan giran dibe, heger hikumet di warê aborî de bi mere alîkar be nirxê wan ewqas giran nabe.”

Back to top button