KKP: Dewleta Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dike

Dewleta Tirk başûr û Rojavayê Kurdistanê dagirdike, li dijî gerîla çekên kîmyasal bikartîne.
Komonistî Kurdistan Partî- K.K.P bang li tevahî partî, hêzên neteweyî û demokrat yên Kurdistan û Iraqê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin

K.K.P bi daxuyaniyeke êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got:

“Gelê kurd ji bo bidestxistina mafê xwe têkoşîna azadî û edaletê dide.

Lê dewleta Tirk bi alîkariya hin nokeran êrişê Behdînan, Avaşîn, Metîna, Biradost, Eyn Îsa, Şehba, Minbic, Serêkaniyê û Til Temirê dikin.

Di encama wan êrişên hovane de bi sedan gund û bajarok wêran bûn û şênî bê cih û war man.

Li gel wê jî bi sedan şehîd û birîndar çêbûn, mezre, daristan hatin şewitandin, dar hatin qutkirin, çekên kîmyasal kîmyewî hatin bikaranîn, ev hemû sûcên şerin.

Em wek K.K.P bang li tevahî partî û hêzên neteweyî û demokrat yên Kurdistanê, Iraqê dikin, li hember vankiriyaran bêdeng nemînin.

Back to top button